エピソード

  • Lêçûnên jiyanê bandoreke mezin li ser kebaniyên malan li Turkiyê dike
    2025/06/06
    Sazîya statîstîka Turkiyê (TUIK) daneyên enflasyona salane û ya meha gulanê eşkere kir. Ev dezgeha fermi ya dewletê dibêje rêjeya enflasyona salane ji sedî 35.41 e. Li gorî daxuyaniyê rêjeya enflasyona meha Gulanê jî ji sedi 1.5 e. Nûçegîhana SBS Kurdî Hatice Kamer li Amedê ji kebanîyan pirsî, ka gelo enflasyona bilind bandora xwe çawa li ser mesrefên Cejnê dike?
    続きを読む 一部表示
    7 分
  • Nûçeyên roja Pêncşemê, 5î Hezîrana 2025
    2025/06/05
    Di vê bûletene de: Serokwezîrê wîlayeta Tasmania dipejirîne ku dibe hilbijartineke pêşwext li ber dest be... Serok Donald Trump daxuyaniyek îmze kir ku rê li ber kesên ji deh welatan bigire da nekevin DYA... Û di werzîşê de, Goleke ji Cristiano Ronaldo ji Portugalê re cihek di fînala Lîga Neteweyan a UEFA de bi dest xist. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
    続きを読む 一部表示
    10 分
  • Dozgerîya Enqerê li dijî Kongereya CHP dozê vedike
    2025/06/05
    Dema ku di sala 2023 de, 38mîn Kongereya CHP pêk hat, Ozgur Ozel, li hember Kemal Kiliçdaroglu bibû namzed û di gera duyemîn de bi dengên zêde bû serokê nû yê CHP. Lê di îdianameya ku li dijî CHP dibe doz, tê gotin ku Serokê nû yê CHP ji bo dengê zêde bi sedan delege bi pereyan qanii kirîye û sozên weke kar û şaredartî daye wan. Lê him Ozgur Ozel û him Ekrem Îmamoglu bi tundî li dijî van îdîayan derdikevin. Bêtir derbarê mirjar di raporta Hatice Kamer ji Amedê heye.
    続きを読む 一部表示
    8 分
  • "Purposes to domestic violence is often to intimidate, dominate or control the other person" - "Armanca tundûtûjiya malbatî ew e ku kesê din bitirsînin yan jî kontrol bikin"
    2025/06/05
    Domestic violence represents a significant issue that affects numerous families across Australia. A global study, unprecedented in its scope, has disclosed that over 1 in 3 Australian men indicate having faced violence against their partner. To aid in our comprehension of the concept of domestic violence, we are accompanied by Helen Robertson, Director, and Clinical Psychologist at Drummoyne Psychology. - Tundûtûjiya malbatî pirsgirêkek cidî ye ku bandorê li gelek malbatan li Australya dike. Lêkolîneke cîhanî eşkere kir ku bêtirî yek ji sê peyan li Australya radigihînin ku li dijî hevjîna xwe tûndûtûjî bikar anîne. Ji bo ku em pênaseya tundûtûjiya malbatî fem bikin, Helen Robertson, Rêveber û Psîkologa Klînîkî ya Drummoyne Psychology, bi me re diaxafe.
    続きを読む 一部表示
    7 分
  • Herêma Kurdistanê daxwaza çareseriyeke lezgîn ji bo krîza mûçeyan dike
    2025/06/05
    Di aloziyeke dramatîk a krîza mûçeyan de bandoreke mezin li Herêma Kurdistanê kiriye. Serokê Komîteya Yasayî yê Parlemena Iraqê Rebwar Hadi, Wezîrê Darayî yê Federal Taîf Samî bi rawestandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê tawanbar dike. Em bi nûçegîhan Ehmed Xefûr ji Hewlêrê derbarê pirsgirêka mûçeyan diaxafin.
    続きを読む 一部表示
    11 分
  • Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 4î Hezîrana 2025
    2025/06/04
    Guhdare podcasta nûçeyên roja Çarşemê bike.
    続きを読む 一部表示
    5 分
  • Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 3î Hezîrana 2025
    2025/06/03
    Di bûletena nûçeyên îro de: Neteweyên Yekbûyî lêpirsîneke serbixwe ya tavilê li ser kuştina Filistîniyên ku alîkarî dixwestin dixwaze... Rayedar li dijî ATMên krîptopereyan tedbîrên tund digirin, Û di futbolê de, Socceroos dibêjin misogerkirina bêtir cihan di Kûpa Cîhanê lezgîniya misogerkirina cihê wan di tornemêntê de kêm nake. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
    続きを読む 一部表示
    5 分
  • Guhdare podcasta bernameya SBS Kurdî bike
    2025/06/03
    Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî yan 29/05/2025 ya rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur hene.
    続きを読む 一部表示
    57 分